Kanûn 01, 2021 09:56 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Baqirî û Mora li Viyenê

Piştî hevdîtinên dualî yên şanda Îranê bi aliyên beşdar li danûstandinên Viyenê, "Elî Baqirî Kenî" alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bi "Enrique Mora" sekreterê giştî yê dezgeha karên derve ya Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), di duyemîn roja gotûbêjên rakirina dorpêçan de, gotûbêjên pisporî yên di çarçoveya grûpa xebatê ya rakirina dorpêçan, duh sêşemiyê  danê sibê dest pê kirin û heta çend saetan berê berdewam bûn.

Herwiha hat ragihandin ku biryar e îro Çarşemê, koma xebatê ya navokî di asta pisporî de dîsa dest bi karê xwe bike.

Koma xebata rakirina dorpêçên zalimane û neqanûnî yên Amerîkayê li ser Îranê li gorî rêketina roja yekem a gotûbêjan a beşdarên civîna Komîsyona Hevbeş a rakirina dorpêçên nemirovane yên Amerîkayê dest bi karê xwe kir.

Serepeyv