Ulyanov: Daxwaza Îranê ya ji bo rakirina dorpêçan pir maqûl e
Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) li Viyenê ragihand ku Rûsiya dijberiya “Plana B” ya Amerîkayê di danûstandinên ligel Îranê di gotûbêjên vejandina rêketinama navokî de ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnim`ê, "Mîxaîl Ulyanov" li ser dijberiya li hember "Plana B" ya Amerîkayê li dijî Îranê tekez kir, plana ku eger gotûbêjên ji nû ve vejandina Lihevkirina Navokî bi ser nekevin, Amerîka wê bi cih tîne û dewamê de got: Waşîngtonê li ser serketina gotûbêjan şikber e; vêca dibêje ger encamek ji danûstandinan bi dest nekeve, "Plan B" bikar tîne ku li gor wê dê cezayên li dijî Îranê nayê rakirinm belkî zêde jî dibin.
Vî dîplomatê rûs got: “Gotinên bi vî rengî di danûstandinên ku nû dest pê kirine de atmosfereke erênî çê nake û me nêrîna xwe ji berpirsên Amerîkî re eşkere kir.
Televîzyona NBC îro Duşemê ragihand ku Amerîka û hevalbendên wê lîsteyek ji vebijarkên "Plan B" dinirxînin, eger danûstandinên bi Îranê re li ser vejandina tam ya rêkeftina atomî têk biçin.