Rapora Baqirî derbarê rakirina dorpêçan: Pêvajoya cîbicîkirina Rêkeftina Navokî hat hilkolandin
Elî Baqirî Kenî, berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê, li raporekê li bara civîna destpêkî derbarê rakirina dorpêçên zordarane li ser Îranê, got: Di vê civînê de, proseya cîbicîkirina Rêkeftina Navokî û nêrîna her yek ji endaman li ser pêşeroja danûstandinan hat gotûbêjkirin."
Li gorî rapora êvara duşemiyê ya IRNA`yê, Elî Baqiriyê Kenî serokê heyeta Îranê li dawiya rûniştina despêkê ya gotûbêjên li bara rakirina dorpêçên zalimane li ser gelê Îranê got: Civîn bi serperestiya nûnerê Yekîtiya Ewropayê û Komara Îslamî ya Îranê birêve çû û beşdaran li ser du mijaran nêrînên xwe anîn ziman.
Wî her wiha got: Şanda Îranê di vê rûniştinê de tekez kir ku faktora sereke ya rewşa niha, kiryara welatekî ye ku bi binpêkirina rêketinnamê û biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY ji Lihevkirina Navokî derket û terseyê qanûn û rêzikên navneteweyî sizayê berê li dijî Îranê vegerandin û her wiha cezayên nû jî li ser gelê Îranê sepandin.
Baqirî her wiha got: Di dawiyê de biryar hat dayîn ku berî her tiştî mijara rakirina sizayan bikeve rojeva Komisyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî û li ser vê bingehê komxebata lêkolînê li ser mijara rakirina cezayên neqanûnî û zalimane, sibeha sêşemê karê xwe bide despêkirin.”
Yekem roja gotûbêjên Viyenê li ser rakirina dorpêçan di navbera dîplomatên pilebilind ên koma 4+1, Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Komara Îslamî ya Îranê piştî nêzîkî du saetan bi dawî hat.
Piştî civînê, Mîxaîl Ulyanov, nûnerê Rûsiyê li rêkxistinên navdewletî li Viyenê, di twîtterê de ragihand, ku beşdarên civînê li ser avêtina gavên bilez li hev kirine; Civînê bi awayekî serkeftî dest pê kir.