Mijdar 29, 2021 15:55 Asia/Tehran
  • Komeke terorîstî li başûrê rojavayê Îranê hat hilweşandin

Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi daxuyaniyekê qala jinavbirina komeke terorîstî û girtina endamên wê li parêzgeha Xûzistanê ya başûrê rojavayê Îranê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Endamên komeke terorîstî di Tîrmeha 2021ê da êrîşî ser erebeyeke geştê ya qereqola Xenafereyê li şaristana Şadiganê kir.

Fermandetiya Intizamî ya Xûzistanê derdem piştî şopandinê, bi serdestiya itilaatî û bi hewildana berdewam, her sê endamên vê komê li şaristana Şadiganê nas kirin û piştî hevahengiya dadweriyê, ew di çend operasiyonên rêkûpêk da li veşartîgehên wan girtin.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Piştî vekolandinên teknîkî yên pêwîst hat diyarkirin ku endamên vê komê ser bi komeke terorîstî ne û ji aliyê wan va dihatin piştgirîkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, di kiryara terorîstî û necamêrane ya vê koma hilweşandî, servan Malik Resûlî Nîk şehîd bû.

 

Serepeyv