Mijdar 29, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran hemî hewildana xwe ji bo dabînkirina ewlehiya xwe pêk tîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hemî hewildana xwe ji bo dabînkirina ewlehiya xwe pêk tîne.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di civîna xwe ya hefteyî di gel medyayên navxweyî û derveyî, wek bersiva pirsa nûçegihanê IRAN Pressê û berteka li hemberî îdiaya vê dawiyê ya wezîrê şêrr ê Rejîma Siyonîst derbarê sûdwergirtina Îranê ji çabihar û Qişmê ji bo êrîşên bi dronan, got: Tu aliyek nikare derbeyê li ewlehiya Îranê, cografiyaya Kendava Farsê û ewlehiya derdora wê xîne.

Xetîbzade tevî bênirxzanîna van îdiayan, got: Îran her karekî ku dike ji bo parastina ewlehiya xwe ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha tevî amajeya bi daxuyaniya hevpar a wezîrê derve yê Inglîzê û wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst, got: Ev kiryar nîşan dide ku ne tenê hinek ji van welatan di gotûbêjan da cidî nînin, belkî li dû pêkanîna hin rewşan in da ku ev gotûbêj zêdetir bibin.

 

Serepeyv