Peywendiya telefonî ya Emîr Ebdullahiyan ligel berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê
Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Eger aliyên din amade bin ku vegerin ser erkên xwe yên tam û sizayên neqanûnî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê rakin, rêkeftineke baş û tavilê mumkin e."
Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" Wezîrê Karên Derve yê Îranê li peywendiyeke telefonî bi "Joseph Borrell" berpirsê siyaseta derve yê YEyê tekezî li ser vê yekê kir. ku tevî binpêkirinên Amerîkayê û sê welatên ewropî derheq Rêkeftina Navokî, Îran bi noiyeta xêrê û bi ciddî beşdarî danûstandinên Viyenê dibe û daxwaza rêkeftineke baş û piştrastkirî dike.
Emîr-Ebdullahiyan, diyar kir ku di pratîkê de vegerîna ser Rêkeftina Navokî tê wateya pabendbûna bi hemû xal û naveroka wê û got: Divê garantiyeke cidî û têr û tesel hebe ku Amerîkiyê ku bawerî pê nayê, careke din ji vê rêkeftinê dernakeve.
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser reftarên berevajî yên Amerîkiyan û hevnegirtina gotin û kirinên wan û got: Koşka Spî tevî ragihandina amadebûna xwe ji bo vegerîna ser Rêkeftna Navokî, di hefteyên borî de di du qonaxan de siza li ser kes û kompaniyên Îranî sepandiye, lewra di pratîkê de, divê her kes îrade û kiryareke cidî ji bo rakirina bi temamî ya dorpêçan bibîne.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê amaje bi peywendiyên xwe bi hemû aliyan re weke hevrêzkarê Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî kir û got: Di danûstandinên Viyenê de, divê gotûbêjên berfireh û bi hûrgilî bên kirin, bi taybetî li ser mijarên rawestiyayî û rakirina dorpêçan û îhtimal heye ku her kes bikare vegere ser forma eslî ya Rêkeftina Navokî heye.
Joseph Borrell amaje bi sozên Amerîkayê jî kir û got: Yekane rêya rakirina sizayan vejandina ser Rêkeftina Navokî û saxkirina vê rêkeftinê ye bi vê awayê hem Îran û hem jî civaka navneteweyî ji aştiyanebûna bernama navokî ya Îranê piştrast dibin.
Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa hêvî xwest ku hemû alî bi helwêsteke erênî û pragmatîk û bi îradeyek bihêz bo gotûbêjkirina mijarên çaresernekirî û rakirina dorpêçan bikevin nav danûstandinên Viyenê.