Mijdar 26, 2021 14:23 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Xebatên nukleerî yên Îranê di çarçova qanûnan de ne

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Hemû çalakiyên bernama navokî ya Îranê di çarçova qanûnê de ne, lê hinek kes hewl didin Îranê tometbar bikin.

Behrûz Kemalvendî berdevk û alîkarê karûbarên navnetewî, huqûqî û parlemanî yê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê êvariya roja pêncşemê li bernama “Cihana Îroyîn” a Kanala Nûçeyan a televîzyona Îranê derbarê serdana vê dawiyê ya Rafael Grossî rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bo Îranê got: Hêz û qawetên cîhanê beşek ji pîşesaziya etomî ya aştiyane ya Îranê kirine siyasî, lê Îranê pîşesaziyeke navokî ya aştiyane birê ve dibe û hemû erkên xwe yên di çarçova Peymana Çavdêrî û Kontrolê de cih aniye.

Kemalwendî got: Rêxistinên navdewletî di bin bandora hêzên mezin de ne û Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran derbarê kiryarên xirab ên IAEA derbarê Îranê hişyarî daye. Wî herwiha daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir ku di pûçkirina komploya Amerîka û hevpeymanên wê yên dijî Îranê de hişyar bin.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê diyar kir: Îranê jî daxwazên xwe yên rewa hebûn ku li gotûbêja bi Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re xistin rojeve û pêşkeftinên baş di van gotûbêjan de çêbûn, lê ji ber nebûna demê çareseriya gelek pirsgirêkan negihêşte encamê."

Rafael Grossi, birêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) roja sêşemiyê 23ê Mijdarê sefera Têhranê kir û bi wezîrê karên derve yê Îranê û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê re hevdîtin kir û li ser hevkariyên zêdetir ên IAEA bi Têhranê re li ser çalakiyên navokî yên Îranê gotûbêj kirin. .

Serepeyv