Husên Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirin di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêkan e
Mijdar 25, 2021 08:55 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê, got: Lihevkirin di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêkan e
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja çarşemiyê di twîterê da raporek ji hevdîtin û gotûbêja di gel Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê belav kir û ragihand: Li Têhranê gotûbêjeke germ, aşkira û kêrhatî tev Rafaêl Grossî pêk hat.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ragihand: Me derbaerê dewama hevkariyan hin lihevkirinên baş bi dest xistin, lê bidawîanîna nivîsa wê hewcetî bi xebateke zêdetir derbarê çend peyvan heye.
Husên Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vê yekê ku lihevkirin pêkan e, destnîşan kir: Siyasîkirina mijarên teknîkî ne-avaker e.