Emîr-Ebdullahiyan terorîstîzanîna Hemasê ji aliyê Brîtanyayê va şermezar kir
Mijdar 20, 2021 09:00 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê înê bi şev di twîtekê da kiryara Brîtanyayê ya terorîstîzanîna Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) şermezar kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku mafên filistîniyan nikare bi herifandina rastiyan û berovajîkirina wan were binpêkirin, got: Tenha rêkara siyasî ji bo Filistînê lidarxistina Giştpirsînê bi beşdariya niştecihên sereke yên Filistînê (misilman, cihû û mesîhî) ye.