Mijdar 18, 2021 16:57 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê: Me cezayên tund derbas kirin

Wezîrê Îtileata (Îstixbarata) Îranê bi gotina vê yekê ku em ji gêdoka dijwar a dorpêçan derbas bûne, got: Di pergala pîroz a Komara Îslamî de derfet û serketin ji kêşe û pirsgirêkan zêdetir e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIBê, Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Seyid Îsmaîl Xetîb, bal kişande ser hewlên Amerîka û welatên rojavayê ji bo derbelêdana sîstema pîroz a Komara Îslamî ya Îranê û got: Tevî hewldanên dijminan jî, bereya berxwedanê ya ku navenda wê Îran e, karek kir ku Amerîka ji herêmê derkeve.

Wezîrê Îtileatê tekez kir: "Em gihîştine ewlekariya domdar ku divê em kûrahiya wê zêde bikin û bi sermaya civakî ve bikin ji ber ku dijmin dev ji dijminatiya xwe bernade.

Serepeyv