Mijdar 15, 2021 23:16 Asia/Tehran
  • Rapora twitterî ya Emîr-Ebdullahiyan ji hevdîtin û gotûbêja bi Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra

Wezîrê karên derve yê Îranê bi weşandina twîtekê derbarê hevdîtin û gotûbêja bi wezîrê derve yê Tirkiyê ra şirove kir.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê bi weşandina twîtekê nivîsî: Di hevdîtina germ û dostane di gel Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê, me li hev kir ku em derbarê nexşerioyeke demdirêj ji bo berfirehkirina zêdetir ji berê ya pêwendiyên dualî kar bikin.

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê da nivîsî: Ez ji mazûvaniya birayê xwe Mewlûd Çawûşoxlû li Têhranê kêfxweş im.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Derbarê mijarên navçeyî ji wan mijara Efxanistanê jî gotûbêj hat kirin.

Emîr-Ebdullahiyan di vê twîtê da nivîsî: Me tu astek ji bo xurtkirina pêwendiyan bi Tirkiyê ra tuneye.

Wezîrê derve yê Tirkiyê îro her wiha li Têhranê bi seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê ra civiya.

 

Serepeyv