Mijdar 14, 2021 18:00 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 125 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 128 hezar û 167 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 14ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 6 hezar û 143 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 37 hezar û 718 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 695 hezar û 949 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 55 milyon û 732 hezar û 66 kesan doza yekem, 42 milyon û 193 hezar û 734 kesan doza duyem û 514 hezar û 790 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên hatine lêdan giheştiye 98 milyon û 440 hezar û 590 dozî.

Serepeyv