Rapora Twîtterê ya Baqirî Kenî ya li ser sefera xwe ya bo welatên Ewropayê û şêwirên dîplomatîk
Mijdar 13, 2021 13:36 Asia/Tehran
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî Kenî li ser Twitterê derbarê şêwirên xwe yên Ewropayê agahî da.
Baqirî Kenî li ser Twitterê wiha nivîsî: Di gerên xwe yên bo Fransa, Almanya, Brîtanya û Spanyayê de, min li ser mijarên dualî, herêmî û navneteweyî û di nav de li ser hevdîtinên pêşerojê de, hevdîtinên cidî û avaker hebûn.
Cîgirê Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê di dewama vê Tweetê de nivîsî ku rakirina bi bandor a cezayên neqanûnî û misogerkirina vê yekê ku ev cezayana dîsa nayên sepandin, ji Îranê re pir girîng e.
Baqirî Kenî di dewama sefera xwe ya çend welatên ewropî, piştî serdana Fransa, Almanya û Brîtanyayê çû Spanyayê.