Mijdar 13, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Biden: Kirîna petrolê ji Îranê kêm bikin

Di berdewamiya siyasetên yekalî yên Waşîngtonê li dijî Îranê de, serokomarê Amerîkayê îdia kir ku şandina niftê bo bazarên cîhanê têrê dike û şert û mercên kêmkirina kirîna nift û berhemên niftê ji Îranê hatine çêkirin.

Li gorî rapora Reuters`ê, Joe Biden serokkomarê Amerîkayê ku îdia dike ev welat ji bo vegerîna nav Rêkeftina Navokî amade ye, di notekê de ji bo wezareta karên derve ya Amerîkayê, sanriyoyeke nû li dijî Komara Îslamî xiste rojevê.

Biden duh Înê di notekê de ji bo Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku têra xwe hinardekirina petrolê bo cîhanê heye, loma welatên din dikarin kirîna petrolê ji Îranê kêm bikin.

Li gor vê raportê, Koşka Spî pêwîst e her 6 mehan carekê piştrast bike ku têra xwe neftê li cîhanê heye ji bo domandina dorpêçên ku di sala 2012an de li ser Îranê di serdema serokatiya Barak Obama de hatibûn sepandin.

Amerîka hewil dide hinardekirina petrola Îranê bisînor bike, Reutersê vê dawîyê ragihand ku bikirrên biyanî tevî cezayên Amerîka, kirîna neftê ji Îranê didomînin.

Serepeyv