Emîr-Ebdullahiyan sefera Wezîrê derve yê Imaratê bo Şamê wek pêngaveke erênî nirxand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329970-emîr_ebdullahiyan_sefera_wezîrê_derve_yê_imaratê_bo_Şamê_wek_pêngaveke_erênî_nirxand
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî tev wezîrê derve yê Imaratê, sefera wî bo Şamê wek pêngaveke erênî bi nav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2021 13:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan sefera Wezîrê derve yê Imaratê bo Şamê wek pêngaveke erênî nirxand

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî tev wezîrê derve yê Imaratê, sefera wî bo Şamê wek pêngaveke erênî bi nav kir.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro di gotûbêja telefonî tev şêx Ebdullah bin zayid wezîrê derve yê Imaratê, pêwendiyên Îran û Imaratê kevn û erênî nirxand.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sefera Zayid bo Şamê erênî nirxand.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê çarekirina hin pirsgirêkên cihanînê navbera du welatan sebeba hêsankirin û berfirehkirina pêwendiyên ticarî da zanîn û hêvîdarî kir ku bi hevkariyua du dewletan, Îran û Imarat bikarin pirsgirêkên ku di danûstandinên aborî da pêk hatine di siya têkiliyên dualî û mafên navneteweyî çareser bibin.