Keştiya nefthilgir a Satis hat berdan
Mijdar 10, 2021 22:45 Asia/Tehran
Keştiya nefthilgir a desteserkirî ya “Satis” piştî valakirina petrola Komara Îslamî ya Îranê bi biryara dadgehê hat azadkirin.
Lehengên heza deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, roja 3`ê Mijdarê, bi awayekî ser wextê û bi îqtîdar li ava deryaya Umanê, operasiyona papora Amerîkayê ya ji bo dizîna nifta Îranê ji tankerkeştiyekê pûç kirin.
Li gorî vê raporê, Edmîral Elîreza Tangsîrî, fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja çarşemiyê li merasima rêzgirtin ji dastanafirînerên îranî yên rawestana li ber diziya deryayî ya Amerîkayê, xebata bêmînak a lehengên heza deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî şirove kir û got: Li gorî pêşbîniyan, hêzên deryayî yên Pasdaran ji bo cîbicîkirina vê erka mezin amade bûn.