Baqirî Kenî: Em ji bo pêşdebirina berjewendiyên netewî dest ji ti hewlekê bernadin
Mijdar 09, 2021 10:20 Asia/Tehran
Alîkarê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di twîttera xwe de ragihand ku em ji bo pêşdebirina berjewendiyên neteweyî dest ji ti hewlekê bernadin.
Alîkarê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqirî Kenî di twîttera xwe de got: "Em ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe yên netewî û ji wan jî rakirina dorpêçên neqanûnî dest ji ti hewlekê bernadin."
Baqirî Kenî herwiha di vê twîtterê de nivîsiye: "Piştî şêwra li gel hevkarên xwe yên li welatên din, ezê di rojên pêş de bi çend hevkarên xwe yên ewropî re bicivim."
Alîkarê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Parvekirina nêrînan li ser mijarên dualî û navçê û gotûbêjên pêşerojê di rojevê de ye.