Mijdar 08, 2021 15:19 Asia/Tehran
  • Ezmûna serketî ya Drona întiharî ya 'Areş' di Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400 a Artêşa Îranê da

Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400 a Artêşa Îranê got: Drona întiharî ya Areşê ya Hêa bejahî ya artêşa Îranê bi operasiyoneke bilez û deqîq bi derbaskirina mesafeyeke dirêj û lêketina li nuqteya diyarkirî, diqeta dronên îranî di qada şêrr da nîşan da.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Edmîral seyid Mehmûd Mûsewî, Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400 a Artêşa Îranê got: Yekîneyên hêza bejahî ya artêşê bi cihanîna agirê mûşekî-topxaneyî yê hişmend û xaljen, helîkopterên Hewanîrûz û dronên cengî, bi roket û mûşekên îranî karî baregehên yekîneyan êrîşker wek dijmin, bigire.

 

Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400 a Artêşa Îranê bi gotina vêya ku şeva borî pergala xwecihî ya Mirsadê bi hevahengiya tora yekparçe ya bergiriya asimanî ya welêt, bi avêtina mûşekê armanca asimanî ya dijmin xiste xwarê, got: Yekîneyên topxane, zirêhî, helîkopter û dronan ên Hêza bejahî ya artêşê, agir bi ser hêzên êrîşker ên di rola dijmin da barandin.

 

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400 a Artêşa KKomara Îslamî ya Îranê bi armanca zêdekirina şiyana cengê ya artêşê, hefteya borî qonaxên xwe yên seretayî derbas kirin û ji roja yekşemiyê va derbasî qonaxên xwe yên sereke bû.

Berfirehiya navçeya operasiyonê, serdestiya zêde ya istixbaratî, bikaranîna amûr û myhîmatên hişmend ên xwecihî, hebûna yekîneyên dronan, sûdwergirtin ji şiyana Cengên Elektronîk (Cengal) ş pergala fermandetiya kontrolê ya Artêşa Îranê ji taybetmendiyên vê tetbîqatê hatiye ragihandin.

 

 

Serepeyv