Mijdar 08, 2021 08:54 Asia/Tehran
  • Amadetiya cengî ya artêşa Îranê di Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400î da

Dewsgirê Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala amadetiya cengî ya artêşê di Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400î da kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Emîr edmîral Hemze Elî Kaviyanî, Dewsgirê Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400î xwedan hin taybetmendiyan e, got: Ev tetbîqata hevpar bi beşdariya çar hêzên artêşê pêk tê û ji ber vê yekê jî di qonaxên wê, hevgirtineke pirr baş navbera hêzên cihêner heye.

Edmîral Kaviyanî tevî amajeya bi hebûna bibandir a Hêza deryayî ya artêşa Îranê li Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-14000, got: Tifingdar û komandoyên hêza deryayî ji kûrahiya deryayê û bi karanîna hemî amûr û alavên ser-avî û bin-avî û her wiha amûrên asiman-deryayê senaryoyên şêrr di vê tetbîqatê da cih anîn.

 

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400 a Artêşa KKomara Îslamî ya Îranê bi armanca zêdekirina şiyana cengê ya artêşê, hefteya borî qonaxên xwe yên seretayî derbas kirin û ji roja yekşemiyê va derbasî qonaxên xwe yên sereke bû.

Berfirehiya navçeya operasiyonê, serdestiya zêde ya istixbaratî, bikaranîna amûr û myhîmatên hişmend ên xwecihî, hebûna yekîneyên dronan, sûdwergirtin ji şiyana Cengên Elektronîk (Cengal) ş pergala fermandetiya kontrolê ya Artêşa Îranê ji taybetmendiyên vê tetbîqatê hatiye ragihandin.

 

Serepeyv