Mijdar 07, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Operasiyona hevpar a hêzên deryayî û bejahî yên artêşa Îranê li peravên Mokranê

Hêzên deryayî û bejahî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di tetbîqateke leşkerî ya hevpar da operasiyonên asimanî, helîborn û av-bejahî cih anîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Komando û tifingdarên hêzên deryayî û bejahî yên artêşa Îranê di operasiyoneke hevpar da bi cihanîna operasiyonên asimanî, helîborn û avî--bejahî li peravên dijminê xeyalî, peyakirina hêzû  amûran, girtina peravê û pêşdaçûna ber bi armancên diyarkirî pêk anîn.

Di vê qonaxê da tîpên tifingdar û komando yên hêza deryayî bi hevrêtiya yekîneyên hêza bejahî ya artêşê êrîşên nişkêvayî li dijî yekîneyên seravî yên hêzên êrîşker di çarçova yekîneyên dijmin pêk anîn û êrîş birin ser armancên jipêşvediyarkirî li peravên başûrî yên welêt.

Emîr edmîral Seyid Mehmûd Mûsewî, Berdekê Tetbîqata Leşkerî ya Zolfeqar-1400 a artêşê bi ragihandina vê nûçeyê, got: Van tîpan bi karanîna cûreyên amûr û çekên xwe ji wan qayîqên lezajo, qayîqên êrîşker, binderyayiyên şil û keştiyên şêrr ên roketavêj, bi karanîna rêbaza serdegirtina nişkêvayî, yekîneyên êrîşker ên dijminê xeyalî ji nav birin.

 

Berdekê Tetbîqata Leşkerî ya Zolfeqar-1400 a artêşê her wiha got: Komando û tifingdarên deryayî tevî hebûna berbend û kend û kuspên cûr bi cûr ên xwezayî di rûbirûbûna di gel operasiyona êrîşkerane ya giran a yekîneyên êrîşker ên dijminê xeyalî, bi serdestiya stratejîk a cengî û şopandina istixbaratî û operasiyonî ya yekîneyên pêşdahatî, rê li ber her cûre çalakiya operasiyonî û lêgerîna istixbaratî ya dijmin girtin û bi piştevaniya yekîneyên bergiriya asimanî ya yên li peravê, agirê sivik û giran ê topxaneyê li ser armancên jipêşvediyarkirî barandin û di heyameke kurt da karîn ku rê li ber pêşdaçûna yekîneyên êrîşker bigirin.

 

Li gorî rapora Erkantiya Texbîqatê ya Tetbîqata leşkerî, Qonaxên sereke yên tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqar-1400 a artêşê îro (yekşemî) bi navê pîroz ê Ya Resûlullah (S) bi bveşdariya yekîneyên peya, zirêhî û mekanîze yên hêza bejahî, pergalên bergiriya asimanî (pedafend), keştî û amûrên şêrr ên seravî û binavî yên hêza deryayî û bi piştevaniya balefirên şêrr û dronên hêza asimanî li peravên Mokranê li başûrê Îranê dest pê bû.

 

 

Serepeyv