Mijdar 06, 2021 19:37 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Awûstûryayê: Em piştgiriyê didin danûstandinên encamdar ên Rêkeftina Navokî

Wezîrê Derve yê Awusturyayê li hember rêkeftina lidarxistina gera nû ya gotûbêjan li ser jinûve destpêkirina Rêkeftina Navokî diyar kir ku hikûmeta Viyenê wek mazûvan piştevaniya serkeftina encamên gotûbêjan dike.

Maykêl Lînhart ku vê dawiyê erka wezîrê derve yê Awusturyayê(Otrîşê) girtiye destê xwe îro şemiyê li hevpeyvîna bi IRNA`yê re got: Otrîs bi tundî pêşwaziyê li dubare despêkirina gotûbêjên Rêkeftina Navokî dike ku biryar e 29`ê Mijdarê li Viyenayê ji nû ve destpê bikin.

Vî dîplomatê Otrîşî diyar kir ku Viyana "hêvî dike ku hemû aliyên Rêkeftina Navokî vegerin ser pêkanîna tam û bi bandor a vê rêkeftinê."

Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Çarşemê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku civîna Komîsyona Hevbeş ya Rêkeftina Navokî dê di 29ê Mijdarê de li Viyanayê ji nû ve dest pê bike û beşdar dê şêwirîn li ser cihanîna tam û bi bandor a rêkeftinê berdewam bikin.

Di vê daxuyaniyê de ku nusxeyeke wê li ser malpera Dezgeha Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê hatiye weşandin, hatiye gotin ku ev civîn dê li ser asta cîgirên wezîrên karên derve û rêveberên siyasî yên Îranê û Koma çar zêdeyê yekê were lidarxistin.

Civîn dê ji aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Servîsa Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora ve bê birêvebirin.

Serepeyv