Biden: Dîplomasî baştirîn rê ye jibo rûbirûbûna bi Îranê re
Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê hevdîtina xwe ya li gel serkirdeyên her sê welatên Ewropayê de got: Dîplomasî baştirîn rê ye ji bo rûbirûbûna bi Îranê re.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, serokomarê Amerîkayê şeva Yekşemiyê bi dema Têhranê li kêleka lûtkeya G20`ê li ser vejandina gotûbêjên li ser Rêkeftina Navokî got ku wî û rêberên Brîtaniya, Almanya û Fransayê piştî civîna roja şemiyê li ser pêşkeftina navokî ya Îranê li hev kirin ku "dîplomasî" baştirîn rê ji bo danûstandina ligel Îranê ye.
Biden herwiha desnîşan kir ku "Em hîn ji ber daweriya xirab a Serokê berê Donald Trump derbarê Rêkeftina Navokî diêşin û ziyanê dibînin."
Piştî têkçûna zexta herî zêde ya Trump, rêveberiya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Biden îdia kir ku bi gotûbêjên li Viyana, paytexta Awusturyayê, dixwaze rê li ber vegera Amerîkayê bo RÊkeftina Navokî serast bibe.
Heta niha 6 gerên guftûgoyê li Viyenê di navbera Amerîka û aliyên din ên Rêkeftina Navokî de ji bilî Îranê bo hêsankirina vegera Amerîka bo vê rêkeftinê hatine lidarxistin. Hin alî dibêjin, di danûstandinan de pêşketinên berçav çêbûne, lê hinek cudahî mane.