Cotmeh 30, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Baqiriyê Kenî: Civîna di gel Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê erênî û bibandor bû

Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê qala lidarxistina civîna erênî û bibandor di gel Alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Baqiriyê Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê li torên civakî nivîsî: Me di civîneke erênî û bibandor tev Sêrgêy Riyabkov Alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê, alûgorên dawiyê venihêrandin û me derbarê gotûbêjên ji bo betalkirina boykotên neqanûnî û zalimane gotûbêj kir.

 

Baqiriyê Kenî her wiha nivîsî: Biryar hat dayîn ku em şêwirînên xwe di astên cûr bi cûr da ji bo xurtkirina helwêstên hevpar bidomînin.

Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê di çarçova bernameya gerra xwe bo Moskoyê, di gel Sêrgêyî Riyabkov hevpîşeyê xwe yê ûris û gotûbêjkerê payebilind ên navokî û Mîxaîl Bogdanov alîkarê wezîrê derve û nûnerê serokomarê Rûsiyê di warê rojavayê Asyayê û Bakurê Afrîqayê civiya.

 

Serepeyv