Hevdîtina “Baqirî Kenî” bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Elî Baqirî Kenî" alîkarê wezîrê siyasî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îro Înê li Moskoyê bi "Mîxayîl Bagdanov" nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li karên rojavayê Asyayê û bakûrê Afrîqayê re û bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsya re di warê peywendiyên di navbera her du welatan de civiya û bi wan re gotûbêj kir.
Li van hevdîtinên ku bi amadebûna Kazim Celalî sefîrê Îranê li Moskoyê li cihê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat lidarxistin, her du aliyan li ser peywendiyên dualî û pêşxistina hevkariyên di warên curbicur de ji bo dabînkirina berjewendiyên her du welatan gotûbêj kirin.
Hevdîtina Baqirî û şanda pêre bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov re ji bo parvekirina nêrînên xwe derbarê gotûbêjên rakirina dorpêçên zordarane yên li ser gelê Îranê ku biryar e li Viyenê bên lidarxistin, bernamên din ên Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê li Moskoyê ye.
Elî Baqirî Kenî alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê êvariya pêncşemê giheşte Moskowê.