Emîr-Ebdullhiyan: Welatên cînar û NY divê alîkariyên mirovdostane bişînin Efxanistanê
Wezîrê karên derve yê Îranê ji gişt welatên cînarê Efxanistanê, NY û civatên navneteweyî xwest ku alîkariyên xwe yên însandostane bişînin Efxanistanê.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di civîna xwe ya nûçeyî ya li kêleka duyemîn civîna welatên cînarê Efxanistanê, mijara alîkariyên mirovdostane bo Efxanistanê ji mijarên sereke yên îro da zanîn.
Wî wek bersiva pirsa IRAN Pressê, got: Ji ber ku em li demsala sermayê nêzik dibin, mijara alîkariya bo Efxanistanê bi taybet ji ber rewşa aborî, ewlehî û civakî ya ne-mayînde, cidîtir dibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger xort li Efxanistanê birçî bin û nekarin hewcetiyên xwe dabîn bikin, renge br bi komên terorîst va bên kişandin ku ev yek mijareke cidî ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê di dawiyê da tevî tekeziya li ser şandina alîkariyan bo Efxanistanê, got: Eger rewşe neyê kontrolkirin, dê gelek kom ji awareyan koçî welatên cînar bikin.