Cotmeh 26, 2021 22:18 Asia/Tehran
  • Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Brûkselê

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Sêşemiyê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja di gel rayedarên Yekîtiya Ewropayê derbarê mijarên têkildarî gotûbêjên vejiyandina Lihevkirina Navokî derbasî Brûksela paytexta Beljîkê bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqirî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gorî bernameya ragihandî biryar e ku roja Çarşemiyê di gel Hevahengkirê Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî bicive.

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêştir di twîterê da ragihandibû, Îran bibiryar e gotûbêjekê pêk bîne ku boykotên zalimane û neqanûnî bi awayekî tam û bibandor betal bike, asayîkirina peywendiyên ticarî û aborî di gel Îranê misoger bike û agarntîne pêbawer ji bo bêsozînekirina zêdetir dabîn bike.

Heta niha 6 dorên gotûbêjê bi armanca vegeriyana Amerîkayê li Lihevkirina Navokî li bajarê Viyenê bi beşdariya welatên mayî li vê lihevkirinê pêk hatine.

 

Serepeyv