Cotmeh 26, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê civiyan

Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê civiyan û wan gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Şah Mehmûd Qureyşî wezîrê derve yê Pakistanê ku ji bo beşdariya di civîna wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê di serê taximeke dîplomatîk da hatiye Têhranê, îro ji aliyê Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê va bi fermî hat pêşwazîkirin.

Piştra wan her duyan derbarê mijarên dualî û babetên hevpar ên sînorî gotûbêj kir.

 

Serepeyv