Cotmeh 25, 2021 21:51 Asia/Tehran
  • Reîsî:: Divê YE xwe ji siyasetên zêdexwaiyê yên Amerîkayê dûr bixe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Divê Fînlanda û Yekîtiya Ewropayê nekevin bin bandora zext û yekalîbûna Amerîkayê.

Li gorî Iran Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Sd. Îbrahîm Reîsî îro Duşemê bi wergirtina bawernama Karî Kahiloto, balyozê nû yê Fînlandayê li Îranê got: Em hêvîdarin Yekîtiya Ewropayê û welatên din ên ewropî bikarin di riya serxwebûna stratejîk de pêş kevin û xwe ji siyasetên zêdexwaiyê yên Amerîkayê dûr bixin, çûnku yekalîxwaziya Amerîkayê ne ser qazanca cîhanê ye. 

Reîsî li ser vê yekê tekez kir ku Ewropa li ser soz û peymanên xwe derheq Îranê bisekine û xetabî sefîr Fînlandayê yên nû jî got: Em hêvîdar in di 90emîn salvegera peywendiyên her du welatan de û di heyama erkê we de, berfirehbûna zêde ya peywendiyên Îran û Fînlandayê bibînin.

Karî Kahiloto, balyozê nû yê Fînlandayê li Tehranê jî Îran li navçê welatekî sereke da zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir ku welatê wî û Îran ji bo çareseriya pirsgirêkên navçê yên wekî pirsa Efganistanê  bi hev re kar bikin û di dewamê de got: Fînlandayê di demên borî de veberhênanên baş li Îranê kiriye û em dixwazin niha vegerin ser wê astê peywendiyan.

Serepeyv