Cotmeh 25, 2021 13:21 Asia/Tehran
  • Gotinên Xetîbzade di derbarê rewşa dawîn a hemwelatiyên îranî yên ku li ser sînorê Belarus û Lîtvaniyê asê mane

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê rewşa dawîn a welatiyên Îranê de ku li ser sînorê Belarus û Lîtvaniyê asê mane, got: Şandek ji balyozxana Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka hemwelatiyên îranî û hêsankirina vegerîna wan bo welêt ber bi devera sînorî ya Belarus-Lîtvanyayê bi rê ket.

Li gor Iran Pressê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Ji ber girîngî û lezgîniya mijarê, hewl hatiye dayîn ku rasterast bi kesên asêmayî re têkilî werin çêkirin, di vê çarçêvê de balyozê bi yek ji welatiyan re têkilî danî û sibeya roja Yekşemê jî  şandek ji balyozxana Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka hemwelatiyên îranî û hêsankirina vegerîna wan bo welêt ber bi devera sînorî ya Belarus-Lîtvanyayê hat şandin. Li gorî raporên hatine bidestxistin, ew şanda niha li herêma sînorî ye û di danûstendina bi parêzvanên sînorê herêmê re, ew hewl dide ku pirsgirêkên hemwelatiyên îranî yên asêbûyî di zûtirîn dem de çareser bike.

Xetîbzade tekez kir: Balyozxana Îranê bi saziyên pêwendîdar ên Belarûsê re di pêwendiya berdewam de ye û bi fermî aliyê Belarûsî ji nîgeraniyên cidî yên Komara Îslamî ya Îranê derheq rewşa welatiyên îranî ku li ser sînor asê mane, agahdar kiriye. Ji aliyê din ve ev pirsgirêk li Tehranê jî ji riya balyozxana Blarûsê tê şopandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Em di wê baweriyê de ne ku dê hikûmeta Belarûsê di çarçoveya têkiliyên dostane yên Tehran-Mînskê de hevkariya pêwîst û bes hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkên van hemwelatiyên îranî.

Xetîbzade herwiha got: Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî heya çareserkirina pirsgirêkên van hemwelatiyên îranî, vê mijarê bi cidî dişopîne.

13 hemwelatiyên îranî, ji wan 10 mêr û sê jin, ev çend roj in ku li ser sînorê Belarûs-Lîtvanya asê bûne.

Serepeyv