Reîsî:: Di muzakereyên nukleerê de Amerîka û Ewropa di qeyrana biryargirtinê de ne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir:Di muzakereyên nukleerê de Amerîka û Ewropa di qeyrana biryargirtinê de ne.
Li gor Ajansa Nûçeyana ya Iran Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Sd. Îbrahîm Reîsî îro Yekşemê li civîna koma berpirs û mêvanên beşdar di Konferansa Navdewletî ya Yekgirtiya Îslamî de ku bi boneya cejna jidayikbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemed Mustefa (s) û Îmam Ceferê Sadiq (es) de, bi rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî re hevdîtin pêk anîbûn, axivt.
Reîsî beriya axaftina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, di axaftinekê de hebûna Pêxemberê hêja yê Îslamê wek nemeteke herî mezin û wek qoçê bilind ji bo pêşveçûn û guhertina mirovaniyê da zanîn û got: Îmam Xumeynî (rh) jî peyrewiya Pêxember (s) kir û pişta xwe da Xwedê teala û bi dilgermiya derheq gel serhilda û roja îro jî belgeya pêngava duyemîn a inqilabê rênîşander e ji bo guhertinan li hemû deverên welat û bersiva pêwîstiyan yên gelê me dide.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Roja îro, bi vaksînlêdana berfireh, pêngavek mezin ji bo parastina tenduristiya gel hatiye avêtin û bi dabînkirina tiştên bingehîn, fikarên di vî warî de kêm bûne.
Reîsî Siyaseta derve ya Îranê ji bo pêwendiya berfireh bi cîhanê û bi taybetî welatên cîran re da zanîn û tekez kir ku em abora welêt li muzakireyê û karên wekî wê girê nadin û di dewamê de got: Em li ser ya ku me soz daye re disekinin, lê Amerîka û Ewropî di warê biryardayînê de di nav krîzê de ne.