Cotmeh 24, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 171 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 125 hezar û 223 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Yekşemê 24ê Cotmeha 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 174 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 860 hezar û 844 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 416 hezar û 691 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî milyonek û 123 hezar û 569 dozên vaksîna korona li wî welatî hatine lêdan.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 50 mîlyon û 843 hezar û 578 kes yekem doza vaksîna koronayê û 29 mîlyon û 503 hezar û 783 kes jî doza duyemîn û 59 hezar û 427 kesan jî doza sêyem a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya vaksîna hatî lêdanê li welêt gihîştiye 80 mîlyon 406 hezar û 788 dozê.

Serepeyv