Cotmeh 24, 2021 23:13 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Rejîma Siyonîstî divê li ser dabînkirina bûdceya avakirina ziyanên ji ber bersiva dijwar a Îranê bifikire

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di twîtekê de nivîsî ku Rejîma Siyonîstî divê li ser dabînkirina bûdceya jinûveavakirina ziyanên giran ên ji ber bersiva tund û dijwar a Îranê bifikire.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî li hember gefên Rejîma Siyonîst û îdiaya vê rejîmê derbarê pesendkirina bûdceya kiryarên dijminane li dijî Îranê, li ser rûpela xwe ya twîtterê nivîsî: Rejîma Siyonîst li şûna terxankirina bûdceya 1.5 milyar dolarî ji bo xirabkariyê li Îranê, divê bala xwe bide ser dabînkirina bi dehan hezar milyar dolaran ji bo avakirina ziyanên ji ber berteka tund a Îranê.

Serepeyv