Cotmeh 22, 2021 18:38 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya bipergalkirina derbasgeha Muqriya Ermenistanê li nêzikî sînorê Îranê

Rayedarên Îran û Ermenistanê li ser pêwîstiya bipergalkirina derbasgeha sînorî ya Muqriya Ermenistanê li nêzikî sînorê Îranê tekez kirin.

Li gorî rapora IRIB News, Rostem Badasiyan Serokê Rêxistina Derhatên Neteweyî yên Ermenistanê û Mehdî Mîreşrefî Serokê Rêxistina Gumrikê ya Îranê di hevdîtina xwe di çarçova Komcivîna navneteweyî ya Gumrikê li Moskoyê tevî tekeziya li ser girîngiya pergalkirin û nûjenkirina derbasgeha sînorî ya Muqriya Ermenistanê, li ser pêwîstiya baştirkirina pêvajoya hatûçûn û veguhestinê li derbasgeha sînorî ya Nordûz-Muqriyê tekez kirin.

Wezareta aboriyê ya Ermenistanê bo vê mebestê sala  borî lihevkirinameyk tev banka Ewropî ya Geşepêdan û Nûçêkirinê wajo kiriye.

 

Serepeyv