Cotmeh 21, 2021 15:23 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî serdana binesaziya bendera Salyanka li Astraxana Rûsya kir

Serfermandarê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê serdana binesaziya bendera "Salyanka" li Astraxana Rûsyayê kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyonz Îranê, îro (Pêncşem) serleşker serfermandarê Erkantiya Gişt Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê  Mihemed Baqirî, serdana tesîs û binesaziya bendera Salyanka ya li ser Çemê Volga li Rûsyayê kir.

Serleşker Baqirî piştî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên leşkerî û siyasî yên Rûsyayê li Moskowa û Sent-Petersburgê gihîşt Astraxanê û bi rayedarên dewleta Astraxanê û endamên şandeya pê re serdana binesaziya bendera Salyanka kir û di derbarê pêvajoya derkirîn û derfirotina kelûpelan ji riya Deryaya Xezerê de agahdar bû.

Bendera Astraxan sêyemîn meqseda serdana Serfermandarê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê li Rûsyayê bû.

Bendera Astraxan li bakurê Deryaya Xezerê, li kêleka Çemê Volgayê ye û ji bo hinardekirin û îtxalkirina kelûpelan di navbera Îran û Rûsyayê de yek ji benderên herî girîng e.

Serepeyv