Cotmeh 20, 2021 17:41 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Blinken û Grossi li ser bernama nukleerî ya Îranê ya aştiyane

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di hevdîtina bi Birêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê(IAEA) Rafael Grossi de got: "Waşîngton piştgiriya mîsyona IAEA`yê ya şopandina rastiyê derbarê girtina pêşiya çêkirina çekên navokî li Îranê de dike."

Li gorî ajansa Fars Newsê, Wezareta Derve roja Sêşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Wezîrê Derve Anthony Blinken roja Duşemê bi Rafael Grossi, rêvebirê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re civiya.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di hevpeyvînekê de bi Rêvebirê Giştî yê IAEA re, bêyî ku behsa rola welatê xwe di bêsozî û binpêkirina Rêkeftina Navokî bike got: "Divê Îran sozên xwe yên derbarê  Rêkeftina Navokî cih bîne û îsbat bike û dest ji  kiryarên xwe yên provokatîf berde û vegere ser dîplomasiyê,"

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê diyar bûye ku Blinken gotiye IAEA roleke hestyar di warê girtina pêşiya berbelavbûna çekên navokî dilîze û hewldide ku rastiya bi aştîbûna bernamên navokî yên welatan jê re eşkera bibe da ku riya bikaranîna bi aştî ya teknolojiya navokî û enerjiya navokî serast bike û bi vê awayî alîkariya geşedan û çareseriya pirsgirêkên av û hewayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji ber pêşveçûnên navokî li Îranê nîgeran e, eva di rewşekê de ye ku Rejîma Siyonîstî, hevalbendê herî nêzîk ê Amerîkayê li navça Rojavaya Asyayê, qet naxwaze ku tev li Peymana Navokî ya IAEA bibe. 

Rejîma Siyonîstî niha herî kêm 90 kumikên   navokî hene û ji navçê re metirsiya herî mezin e.

Rafael Grossi  ku niha li Waşîngtonê ye di hevpeyvînekê de roja Sêşemê bi Financial Times re, got ku ew bilez hewce ye bi Wezîrê Derve yê Îranê re bicive da ku pêşniyaran ji bo bihêzkirina bernama çavdêriyê ya "li ber metirsiyê" ya vê saziyê li Îranê nîqaş bike û bi wezîrê derve di van çarçêvan de biaxive.

Serepeyv