Serleşker Baqirî û wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê civiyan
Serdar serleşkerê pasdar Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û Sêrgêy Şaygo Wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê roja Sêşemiyê civiyan û wan li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên leşkerî-berevanî navbera du welatan tekez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Di vê civînê da du aliyan asta danûstandinên du welatan bi taybet di warê leşkerî baş nirxand û li ser xurtkirna hevkariyan tekez kir.
Ev hevdîtin di dewama hevdîtinên Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê digel rayedarên payebilind ên berevanî-leşkerî yên Rûsiyê da pêk hat.