Cotmeh 19, 2021 09:48 Asia/Tehran
  • Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî li Têhranê dest pê kir

Sî û pêncemîn Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî bi dirûşmeya "Yekîtiya Îslamî, Aştî û xweparastin ji Duberetiyê" dest pê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Sî û pêncemîn Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî roja Sêşemiyê bi dirûşmeya "Yekîtiya Îslamî, Aştî û xweparastin ji Duberetiyê"  bi axaftina Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê dest pê kir.

Ev konferans pêncrojî ye û bi hegera berçavgirtina destûrkarên têkildarî Koronayê, mêvanin ji Îranê û 39 welatên cîhanê bi awayê mecazî (înternetî) û amadehî tê da beşdarî dikin.

Di merasima vekirina vê konferansê da, ji bilî Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Ziyad Nexale Sekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê berê yê Iraqê, Ezîz Hesenvîç miftiyê Krowasiyê, Xelîl El-Heliye cîgirê navneteweyî yê Hemasê, Bû-Ebdullah Bû-xulam Serokê Parlimana El-Cezayîrê û hejmareke din ji ramanwerên cîhana îslamê dê biaxivin.

Di merasima îro da pirtûka Mûs'ie ya El-Elame ya Şêx Texsîrî dê were nimandin.

 

 

Serepeyv