Cotmeh 18, 2021 16:31 Asia/Tehran
  • Hevkariyên leşkerî yên Îran û Rûsiyê dê berfireh bibin

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Pêwendiyên Îran û Rûsiyê di warê leşkerî-berevanî da dê berfireh bibin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ku çûye Moskoyê, roja Duşemiyê di civîneke di gel karzan û rêveberên saziyên îranî li Balyozxaneya Îranê li Mosmkoyê, tevî tekeziya li ser vêya ku me ji bo hebûna pêwendiyeke xurt di welatan bi taybet Rûssiye û welatên din ên cînar hewcetî bi nexşeya rê heye, got: Li gorî derfetên cûr bi cûr ên hevkairya tev Rûsiyê di warên leşker-berevanî, hevkariyên dualî di van waran da zêde zêdetir bibe.

 

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi girêbestên kirrîna balefirên şêrr, cêtên fêrkariyê û helîkopterên cengê ji Rûsiyê, got: Ev girêbest piştî betalkirina boykota çekdariya li ser Îranê hatine girêdan û di vê seferê da em ê derbarê cihanîna wê gotûbêj bikin.

Serleşker Baqirî tevî amajeya bi serketinên Komara Îslamî ya Îranê di berûlayên cûr bi cûr, got: Hema wisa ku hêzên çekdar di rewşa boykotan da karîn bi ser kevin û cûreyên çek û alavên berevaniyê yên hewce çêbikin, aliyên din ên welêt jî divê bi vê nêrînê pêş da herin û wiha bifikirin ku boykot tu wextê dê ranebin.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser berfirehbûna berbiçav a pêwendiyên Îran û Rûsiyê di warê leşkerî û berevaniyê da li pênc ssalên dawî û got: Her çiqas pêwendiyên di gel welatên dost zêde bibe, ewqas jî zihniyetên nerênî dê ji nav biçin.

Serdar Serleşkerê Pasdar Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina Sêrgêy Şaygo Wezîrê Berevaniyê yê Federasiyona Rûsiyê û di serê taximeke payebilind a leşkerî da berêvara Yekşemiyê gihîşte Moskoyê.

 

 

Serepeyv