Reîsî: Terorîzma DAIŞî hewl dide ku mîsyona têkçûyî ya dagirkeran li Efganistanê bikemilîne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî diyar kir ku terorîzma DAIŞî hewl dide ku mîsyona têkçûyî ya dagirkeran li Efganistanê bikemilîne û di dewamê de got: Êrîşên koma terorîst a DAIŞê bi mebesta çêkirina parçebûn û neyariyê, agirê şer û xwînrijandina olî vêtêxe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna desteya wezîran û kabîneya dewletê piştî danasandina Hesen Kazimî Qomî wek nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li karûbar4ên Efxanistanê, bal kişand ser şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan nimêjkerên bêguneh di encama du teqînên terorîstî li mizgevta Qendeharê û Qundûzê û desnîşan kir ku terorîstan cardin dilê umeta Pêxemberê Îslamê (S) xemdar kir û ji gelên Efxan re sersaxî û sebir xwest û xwest ku bila alimên cîhana Îslamê û rêxistinên navneteweyî van bûyeran bi baldarî bêxin berçavan û rê li ber dubarebûna wan bigirin.
Reîsî herwiha got: "Hejmara zêde ya kiryarên terorîstî yên ku li gorî stratejiya çêkirina bêîstiqrariyê ji aliyê Amerîkayê ve li Efganistanê têne kirin, nîşana berfirehbûna qada kiryarên terorîstî li vî welatî ye û ji hukumdarên Efxanistanê tê xwestin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. ewlehiya neteweyî dabîn bikin û ji zirûfa gelan bona pêkanîna ewlehiyê îstifade bikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de got: Komara Îslamî ya Îranê xwe alîgirê gelê Efganistanê dihesibîne û amade ye ku bi her awayî arîkarî û hevkariyê bike ji bo afirandina aramî û ewlehiya mayînde ji bo gelên Efgan.