Cotmeh 17, 2021 00:48 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 181 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 123 hezar û 876 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Şemiyê 16ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 7 hezar û 515 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 197 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di mala xwe de di karantîneyê man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 773 hezar û 419 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 309 hezar û 992 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Di şev û roja borî de, 828 hezar û 483 dozên vaksîna koronayê li welêt hatine lêdanê.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 48 mîlyon û 15 hezar û 159 kes yekem dozê vaksîna koronayê û 23 mîlyon û 343 hezar û 118 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya vaksîna hatî lêdanê li welêt gihîştiye 71 mîlyon 358 hezar û 277 dozê.

Serepeyv