Cotmeh 16, 2021 15:40 Asia/Tehran
  • Berteka Şemxanî ya li hemberî îdiaya Eliyêv

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di twîtekê de derbarê gotinên nerealîst ên Serokomarê Azerbaycanê li dijî Îranê hişyarî da û nivîsî: Hay we ji davik û pîlanên şeytanan ku xerceke giran ji we re heye hebin.

Li gorî rapora roja Înê ya IRNA`yê, “Elî Şemxanî” sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di vê twîta xwe  de nivîsî: “Nehesibandina prensîb û pêdiviyên cîrantiyê û anîna gotinên derew û pûç ser zarê xwe, ne nîşana xêrxwazî ​​û niyeta qenc e. "

Şemxanî lê zêde kir: tawanbarkirina welatek ku civaka navneteweyî wê wekî lehengê şerê li dijî narkotîkan nas dike, ji bilî bêrûmetkirina kesê ku gotinên hanê dibêje tu hitbareke xwe ya din tine ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Hay we ji telik û pîlanên pir xwec ên şeytanan hebin.

Serokkomarê Komara Azerbaycanê di gotareka nerast de li rûniştina virtual(mecazî) ya Komkara Dewletên Serbixwe ya Hevberjiwendî îdia kir: Ermenistanê li hevkariya bi Îranê re, nêzîkî 30 salan ji erdên dagirbûyî yên berê yên Komara Azerbaycanê ji bo qaçaxçîtiya madeyên hişber bo Ewropayê îstifade dikir.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşîniyan jî ev îdîa pûç a Eliyêv derewand û bal kişand ser hevkariya Îran û Ermenîstanê ya di têkoşîna li dijî tiryak û madeyên hişber de.

Serepeyv