Cotmeh 15, 2021 09:36 Asia/Tehran
  • Polonyayê miliyonek dozên vaksîna Astrazênkayê xelatî Îranê kirin

Balyozxaneya Polonyayê li Têhranê qala xelatkirina miliyonek dozên Vaksîna Vîrûsa Koronayê bo Îranê kir.

Li gorî rapora roja Înê ya ISNAyê, Balyozxaneya Polonyayê li Têhranê li ser twîtera xwe nivîsî: Sibe (şemî) miliyonek dozên Vaksîna Astrazênkayê yên xelatkirî ji aliyê Polonyayê bo Îranê jibo piştevaniya ji kempeyna vaksînekirinê li Îranê û bi nîşana hevgirtina tev gelê Îranê li dijî pirsgirêkeke mezin, dê were şandin.

Duh jî 400 hezar dozên vaksîna Sputnik'a rûsî derbasî Îranê hat kirin.

 

Serepeyv