Sê welatên Ewropî: Serdana Enrique Mora bo Îranê serdanek pir hesas e
Dîplomatên Brîtanya, Almanya û Fransayê di daxuyaniyekê de gotin ku serdana Enrique Mora, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Derve yê Ewropî, di rewşek hestyar de di nav hewildanên vejandina danûstandinên navokî bi hêzxurtên cîhanî re pêk tê û weke sefereke normal nayê hesibandin.
Dîplomatên her sê welatên Ewropî roja Çarşemê ji IRNAyê re gotin ku ev sefer di demeke girîng ku gotûbêjên Viyenayê li ser vegera tam a ser Rêkeftina Navokî bi qasî çar mehan hatine rawestandin, de pêk tê.
Elî Bagirî, Cîgirê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di twîtekê de derheq serdana Cîgirê Rêvebirê Karûbarên Pêngava Yekîtiya Ewropî ji Îranê re xeber da û nivîsand: "Piştî şêwirmendiyên herêmî û navneteweyî yên dawîn, îro (Pêncşem) ez ê mêvandariya Cîgirê Rêvebirê Karûbarên Pêngava Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora bikim. "
Bagirî herwiha got: "Veguheztina nerînan li ser mijarên dualî, herêmî ji wan pirsa Efganîstanê û danûstandinên li ser rakirina cezayên zordarane yên Amerîkayê di rojeva vê serdanê de ne."