Cotmeh 11, 2021 12:54 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Keştiyên petrolê yên Îranê di bin parastina Hêza deryayî ya artêşê da gihîştin Libnanê

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Keştiyên petrolê yên Îranê di bin parastina Hêza deryayî da gihîştin perravên Libnanê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Emîr edmîral, Şehram Îranî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê li parêzgeha Bûşêhrê li başûrê Îranê got: Komkeştiya heftê û heştem a Hêza deryayî ya artêşa Îranê di çarçova du keştiyên şêrr li Kendava Edenê û Deryaya Sor bi cih bûye û mijûlî skortkirina keştiyên petrolê ber bi kanala Swîzê ne.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Di dema xeterê da ev parastin heta devika kanala Swîzê jî pêk tê.

 

 

Serepeyv