Cotmeh 11, 2021 12:02 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran bi tu awayî hebûna Rejîma Siyonîst li nêzikî sînorên xwe napejirîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îran bi tu awayî hebûna Rejîma Siyonîst li nêzikî sînorên xwe napejirîne.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  roja Duşemiyê got: Li her derê ku Rejîma Siyonîst hebe, ji bilî bêewlehîtî, nearamî û terorîstî dê tu tiştek tunebe.

 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  derbarê hilbijartina parlimanî ya Iraqê jî bi ragihandina vêya ku Îran ji lidarxistina serketî ya hilbijartinê li wî welatî pêşwazî dike, got: Welatê Iraqê di riya durust a demokrasiyê da ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  derbarê êrîşa li ser baregehên dijî Îranê li Iraqê jî got: Bi caran ji rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê ra hat gotin ku ev mijar digel cînaretiya baş nakok e ku baregehek li axa Iraqê li dijî Îranê açal be.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  her wiha derbarê lihevkirina digel Erebistanê derbarê pêkanîna peywendiyên dualî got: Zêdetirîn giranî li ser mijarên dualî û navçeyî ye û biryar hatiye dayîn ku gotûbêj di atmosfera gelemperî da neyên şopandin.

Wî derbarê rewşa dawî ya gotûbêjên navokî got: Gotûbêjên Viyenê dê bidomin, tevî ku biryar nîne derbarê nivîseke nû lihevkirin pêk were.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  derbarê tetbîqata leşkerî ya Komara Azerbaycanê li Deryaya Xezerê jî tevî amajeya bi vê yekê ku hin alûgoran atmossfera navçeyê hestyartir kirye, got: Ya girîng têgihîştina rewşa navçeyî û berçavgirtina usûlên rewşa Xezerê ye.

 

 

Serepeyv