Cotmeh 10, 2021 17:35 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Serhildana etnîkî û olî projeyeke nû ya dijminên Efganistanê ye

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf sûc û cinayetên hovane yên terorîstên tekfîrî li mizgeftek li bajarê Qundûzê şermezar kir û fitne û pîlansaziya etnîkî û olî wekî projeyek ewlehiya nû ya dijminên gelê Efgan binav kir.

Li gor IRNAyê, Qalîbaf îro di despêka civîna eşkera a Meclisa Şêwra Îslamî, behsa bûyera xwînîn a li mizgefteke bajarê Qundûza Efganîstan kir got: Mixabin, şehadeta hejmarek mezin ji mirovên bêparastin û bêguneh ên Efganistanê li Mizgefta Seyid Abadê ya li bajarê Qundûzê dilê hemî mirovên azadîxwaz ên cîhanê êşand. Ji ber vê karesata diltezîn ez sersaxiyê ji xwişk û birayên xwe yên Efgan re dixwazim û ji Xwedayê Mezin re sebr û xelatê ji bo kes û kar û malbatên şehîdên vê bûyerê dixwazim.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Karbidestên Efganistanê wezîfedar in ku ewlehiya her yek ji mirovên wî welatî misoger bikin û ji xeynî cezakirina kiryar û sebebkarên vê bûyera diltezîn, divê wan tedbîrên pêwîst bigirin da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.

Qalîbaf di dewamê de got:  Afirandina fitne û komployan ên etnîkî û olî, projeyek ewlehiya nû ya dijminên gelê Efganistanê ye ku bi destê komên terorîst û tundrew û bi piştgiriya amerîkiyan cih tê.

Wî di dawiyê de got: Serok û rêberên welatên Îslamî divê bi hişyarî xwe û bi palpiştiya yekîtiya neteweyên Misilman rê li ber berdewamiya çalakiyên komên tekfîrî bigirin û li seranserê herêmê yekîtî û ewlehiyê misoger bikin.

Serepeyv