Cotmeh 10, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em bi şahrezayî û aqilmendiya komî danûstandinan dimeşînin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan tekez kir: Em bi şahrezayî û aqilmendiya komî danûstandin û muzakireyan dimeşînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevpeyvînekê de bi ISNA re, tekez kir ku meşyana ber bi rojhilat nayê wateya xwedûrkirina ji rojavayê û em bê guman naxwazin welat bi Rusya û Çînê ve girêbidin û got: "Em ê danûstandinên Viyana û vejandina Rêkeftina Navokî bisaya aqilmendiya kolektîf (komî) bi pêş ve biben."

Emîr-Ebdullahiyan got: Peyvên sereke yên ku em ji bo siyaseta derve ya hukumeta 13 -an bikar tînin, siyaseta derve ya hevseng di bin dîplomasiya çalak, dînamîk û hişmend de ye. 

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku berçavkirina cînaran û berçavkirina welatên Asyayê û danûstendina bi welatên vê herêmê re ji bo Îranê di warê siyaseta derve de karê pêşîn û yekem e û di dewamê de got: Berçavkirina Asyayê nayê vê wateyê ku em bala xwe nedin herêmên din, di nav de Rojava.

Emîr-Ebdullahiyan bi bîr xist: Bi tekez me ji rojavayiyan re gotiye ku welatê me, Çîn, Rûsya û Hindustan di herêmekê de ne û em li jeografiya Asyayê ne, We(rojavayî) ji ber siyasetên Amerîkayê û cihneanîna soz û peymanên xwe li hemberî Îranê , gelek ziran û ziyan dîtine  û ev zira û ziyana we her diçin zêde dibe û hûn ji xebitandina sermayê û hevkariya bi Îranê re di warên curbicur ên aborî û ticarî de dûr dikevin. 

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îran her wiha got: Îran dê destgirtî nemîne û ji bo berjewendiyên xwe dê biryarê bide û pêşve biçe.

Serepeyv