Cotmeh 08, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û seyid Hesen Nesrullah civiyan

Wezîrê karên derve yê Îranê û Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê civiyan û derbarê dawîn alûgorên siyasî yên Libnan û navçeyê axivîn.

Li gorî rapora roja Înê ya IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê da li ser helwêsta Îranê derheqê Libnanê û piştevanî û rawestiyana li jêleka vî welatî di hemî waran da tekez kir.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi vê yekê ku Îranê selimandiye ku hevgirtiyê rastîn û dostê sozdar e ku dostên xwe bi tenê nahêle, sipasiya Komara Îslamî ya Îranê ji ber sekinîna li kêleka dewlet û gel û Berxwedana Libnanê di berê heta niha kir.

Emîr-Ebdullahiyan di yekemîn sefera xwe wek Wezîrê karên derve yê Îranê berbanga Pêncşemiyê derbasî Libnanê bû û bi rayedarên bilind ên vî welatî ji wan Mîşil Ewn serokomar, Nebîh Birrî Serokê Parlimanê, Necîb Mîqatî serokwezîr û Ebdullah Bûhebîb wezîrê derve yê Libnanê ra civiya û li sser mijarên dualî û navçeyî bi wan ra axivî.

Ew beriya ku biçe Beyrûtê, li Moskoyê bi Sêrgêy Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê ra civiyabû.

 

Serepeyv