Emîr-Ebdullahiyan li Beyrûtê: Îran derbarê alîkariya bo Libnanê kêmasiyê nake
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan sibeha Pêncşemê dema gihîşt paytexta Libnanê Beyrûtê, damezrandina hukumetek nû li wî welatî pîroz kir û diyar kir, ger Libnan daxwaza alîkariyê ji me bike, Tehran ti carî derbarê vê alîkariyê kêmasiyê nake û du dil nabe.
Li gor Fars Newsê, Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Îranê ji Lubnanê re kir û got ku Tehran di wê baweriyê de ye ku Lubnan dê bikaribe hemû pirsgirêk û zehmetiyên ku jê re çêbûne, derbas bike; çawa ku gelê dost û bira yê Lubnanê hemû qonaxên dijwar ên ku pêre rûbirû bûne derbas kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Beyrûtê, wê bi Serokomar Michel Ewn, Serokê Parlamentê Nabih Berri, Serokwezîr Necîb Mîqatî û Wezîrê Derve yê Libnanê Abdullah Bu Hebîb re bicive.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha wê li Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Beyrûtê bi nûnerên komên Filistînî re bicive.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva Çarşemiyê ji paytexta Rûsiyayê Moskowê çû Beyrûtê, paytexta Libnanê.