Cotmeh 06, 2021 16:13 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Siyaseta cînaretiyê divê dualî û li gorî niyeta baş be

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Siyaseta cînaretiyê divê dualî û bi şertê niyeta baş be.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da bi gotina vêya ku hebûna Rejîma Siyonîst û rêxistinên terorîst li derdora Îranê nayên tehemilkirin, got: Siyaseta cînaretiyê divê dualî bin û girêdayî bi morala niyeta baş û hevkariya avaker e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevkariya avaker wek hokara herî sereke ya pêşketina aborî û rihetiya hemî gelên navçeyê da zanîn û got: Navçeya Qefqazê xwedana vê qabiliyetê ye ku mînakeke baş ji van hevkariyên nêzik be.

Reyîsî tevî tekeziya li ser girîngiya ewlehiya navçeyî, got: Ewlehiya navçeyê divê bi riya mekanîsmên navçeyên yên çendalî were dabînkirin û destwerdana çeteyên şerxwaz û zêdexwaz, li ser ziyana gelan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku recrubeyê nîşan daye nêrînên li ser esasa spartina ewlehiyê bo derve di dawî da têk diçin, got: Eger welat pênase û morala neteweyî ya artêşêln xwe bi palpiştiya leşkerên biyanî lawaz bikin, di demên qeyranî da dê tu kesek neyê hawara wan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiah tevî tekeziya li ser vêya ku Komara Îslamî ya Îranê derheqê berjewendiyên xwe yên neteweyî, hişyar û çalak e, got: Hebûna Rejîma Siyonîst û rêxxistinên terorîst ên wekî DAIŞê li derdorê li dijî aramiya welatan û ewlehiya navçeyê ye û Komara Îslamî ya Îranê vê yekê tehemil nake.

 

Serepeyv